Jiyana Harunê 13 salî
Harun Ozenê 13 salî li Agiriyê bi malbata xwe re di kon de dijî. Bav ji ber ku nexweş e hemû barê malê li ser pişta Harun e. Bi boyaxkirina solan debara malbata xwe dike.
AGIRI
Harun Ozenê biçûk du sal berê ji ber ku bavê wî bi nexwaşiya pençeşêrê ket û mecbur ma debara malbata xwe bike. Ji ber vê jî dest bi karê boyaxkirina solan kir.
Harun Ozenê ku di pola 7emîn de dixwîne danê sibê diçe mektebê. Piştî dibistanê sandoqa xwe hildigire û heta dereng li cihên cuda solan boyax dike.
Ozen ji nûçegihana AAyê re got ku di mêjiyê bavê wî de ûr heye û ji bo ku li malbata xwe binêre dişixule.
Ozen diyar kir ku xaniyê wan ê yekqatî yê ku li taxa Yuzuncuyilê bû jî 3 meh berê hilweşiya û ji ber vê jî di konê ku Kizilayê daye wan de dijîn.
Ozen anî ziman ku ji mekteba xwe paş ve namîne lê belê nikare li ser dersên xwe bisekine û wiha dewam kir: "Piştî ku bavê min nexweş ket ji wê rojê vir de debara malbatê li ser mîlê min ma. Xaniyekî me hebû, ew ji hilweşiya. Em niha di konê Kizilayê de dimînin. Ji bo ku ez biçûk im ez jî nikarim xaniyê me çêbikim. Ez dixwazim bi tenê ji bo ku xwuşk û birayên min nexweş nekevin bila xaniyê me çêbikin."
Ozen rojê nêzî 4-5 lîreyî qezenc dike û bi vî pereyî jî debara malbata xwe dike. Ozen wiha got: "Pereyê ku ez qezenc dikim têra me nake. Wiha naçe. Dayika min gelekî li ber xwe dikeve. Hin şevan ez dibînim ku digirî. Gava ku dayika min digirî dilê min jî dişewite. Bila xaniyê me çêbikin bes e. Ez ê dîsa bixebitim û li birayên xwe binêrim."
"Eger Harun nebûya em ê birçî bimana"
Dayika Harun, Herdem Ozena 47 salî got ku zarokê wê yê herî mezin Harun e û Harun bi şefqeta bavekî li birayên xwe xwedî derdikeve. Herdem Ozenê got ku mêrê min ker e û du sal in li erdê ye û wiha pê de çû: "Du sal in em bi zarokên xwe ve perîşan bûn. Dema ku zilamê min pak bû debara me dibû. Xwezî zilamê min rehet bûya û em dîsa li derve bimîna. Niha lawikê me li me dinêre. Eger Harun jî nebûya em ê birçî bimîna
. A A
0 Yorumlar