Li çavénte da békesî heye û dilé te Xwîn digîrî. Şoreşger qet xeyalén te dernayén Évar ji bo kul û keserén te ş în Dikin Xîreta te rabûye ser pîyan ji ber Zilmé Zilma xwînxwara û zilma Nimiriovan… Bihara dilé te hezar sale nehatîye Gul û zozanén te çilmisîne Tu hawaré dikî ewré bébextanra Azadî mafé te ye Herdem xemgînî çîrok û stranén mérxwesa Şewaté kî Bé derman dixe dilé te dilé te yé Xemgîn… Nijadperetén xwînxwar jîyana te Hildane desté xwe desté xwe yé Zorbedar.. Tu a nûha guh bide hevalé xwe yé Şoreşger Rabe û é rîş bibe ser zilmé Ewrén reş li ser gelé xwe rake Negrî negrî û şer bike Zaliman ra.. Slawa bişîne deşt û çîyayén Mezepotamya ra Bila şev bibine roj û kulîlk vekin Zivistan bibe bihar Bila azadî were û dilé me Şabe Xemgînî xelas be û herdem Mirovatî hebe…
|
0 Yorumlar