Divê malbatên qurbanan ser jê dikin, ji hev re goşt neşînin

Divê malbatên qurbanan ser jê dikin, ji hev re goşt neşînin


Miftiyê Agriyê Îzanî Turan: "Divê goştê qurbanê li feqîran bê belavkirin, lê îro goştê qurbanê bi piranî di navbera kesên dewlemend de belav dibe. Du malbatên ku qurban ser jê kirin ne durust e ku ji hev re goşt bişînin."

AGRI 

Miftiyê Agriyê Îzanî Turan diyar kir ku du malbatên ku qurban ser jê kirin ne durust e ku ji hev re goşt bişînin. Ev tê wê meneyê ku wekî meriv di îbadetê de hîleyê bike.
Miftiyê Agriyê Îzanî Turan ji nûçegihanê AAyê re ragihand ku qurban ji bo ku meriv nêzî Xwedê bibe tê ser jê kirin. Armanc bi tenê ew e ku meriv riza Xwedê qezenc bike. Qurban ji bo ticaretê û ji bo alayîş û nîşandanê nayê dayîn.
Turan diyar kir ku qurban îbadeteke pereyî ye. Ji bo ku em ji nîmetên Xwedê re şikir bikin û ji bo alîkarî û xêrê qurban tê dayîn.  
- "Cejna Qurbanê ne cejna depokirina goşt e."
 Turan diyar kir ku divê goştê qurbanê ji 3ê yek ji malbatê re, ji 3ê yek ji feqîr û belengazan re û ji 3ê yek jî ji mêvanan re bimîne.

Yorum Gönder

0 Yorumlar