Azad ZAL ji bo nivîskar Dincer CANKAYA nivîsek xweş anî ziman

Azad ZAL ji bo nivîskar Dincer CANKAYA nivîsek xweş anî ziman
STÊRKÊN XAYÎN Dinçer ÇankayaGörüntünün olası içeriği: 4 kişi, ayakta duran insanlar, takım elbise, ayakkabılar ve iç mekan Bi navê Stêrkên Xayîn dosyeyekê nû ya romannûs û helbestkar Dinçer Çankaya ji nava Weşanên J&Jyê derket! Ji banê bilind Agiriya serbilind helbestên ku tên nivîsîn helbet tundrav in, helbet serhildêr in, helbet hers û aciziya li hember zilm û zorî û desthilatiyê di xwe de digirin û pêşkeşî xwîneran dikin... 56 helbestên bi rihê kurdewar hêrs û kîna li hember zilm û zorê didin der... 56 helbestên evînên kurdewar... 56 helbestên geh ken, geh girîn, geh xeyd û geh jî aşbûyînê dide ber dilê me... Dinçer bi van helbestan; Malên li binê zinaran, avên zelal ên ji kaniyên çiyayan, xewnên xweş ên ronî, zaroktiyên kurdewar ên ku her di bîra mirov de wekî "xwazî dîsa zar bûma" de ne; xeyalên azadiyê pêşkêşî me dike û berê me dide bilindahiya Agiriyê... "Malên me hebûn ber zinaran û nava kûlîlkan av dikişiya zelal zelal weke mirovên bê kes û bê deng coş bi coş..." "Xewnin me hebûn ronî û şahî tav a xweşik evrên leheng û zozanên mêrxwas..." "Zaroktiya me hebûn goreyên qelişî û lasîkên reş di nigê me da û derd û keser dilê me da..." "Xeyalên me hebûn ser azadî yê û ser mirovatî yê me digot gel weke keskesorê ye..." "Stêrkên me hebûn tev coş bi coş û tev dewlemend serbilind..." "Şevên me hebûn waxta zorbe bûn Xwedan me dît tarî û şev..." "Stranên me hebûn stranbêjê me çîrokên me û çîrokbêjên me..." "Wexta mirov har bû mirovatî xelas bû kîndarî yê dest pê kir zûlmê rê girt qedexe rê girt kûştin sûrgûnî nîjadperstî û birakujî..." Helbest ew huner e ku mirov bikaribe di ser reşbelekan re hest û raman û xwestekên xwe bibêje û pê re xwestekên gel û netew û miletê xwe bîne ziman... Helbestvan ew e ku ya ku di dilê gelê wî/ê de derbas dibe bi awayekî hunerî bikaribe xweş bibêje... Dinçer Çankaya jî li ser vê rastiyê wiha gotiye; "Zarokên şeva xewnê xwe nefirotin Çend bahozên bêbext hatin Xelas nebû lorîkên dayikan Hêsrên bêbav... û hemû demsalên bêşîr Xelas nekir evîna hêstrên çavên welat..." Her wisa; Dinçer Çankaya li ser tragediyên Kurdan jî êş û janê helbestandiye û gotiye; "Ev çi dewran e, ca werin Axîn e Mirin bûye mertal li destê hovan şîn dike Melekê Tawis û mishefa reş bûye gola xwînê... Erê kî deng bike li namûs paymalkirina kurdan... Komkujiya êzdiyan axa hezar salan Tevê reş girê daye ji bo zarokan Ey olperestên qetilkarên xwînxwar Qet tişt di kîsê bavê kesî de namîne..." Û gazinc, hêrs, bindestiya welat, xeyalşkestin tev bi hev re wekî her helbestkarên vî welatî bûye para Dinçer Çankaya jî... Dînçer bi hêza kulma xwe bûye şampiyon... Bi hêza fikr û ramanên xwe jî, bi zimanê dayika xwe jî dixwaze ristan birêsîne û bi Kurdî binivîse... Da ku xweştir bikaribe êş û azarên vî welatî bibêje... Di pirtûka helbestan a bi navê "Stêrkên Xayîn" de hinekî balê dikişîne ser xwe... Çankaya di destpêkê de bi Tirkî dest bi nivîsê dike... Di sala 2000î de pirtûka wî ya yekemîn çap dibe. Şûn de pirtûka helbestan a bi du zimanî (Kurdî û Tirkî) dertê (2007). Di sala 2015an de roman, di sala 2016an de jî dosyeya helbsetê bi Kurdî der tên... Digel zor û zehmetî û sirguniya li ser wî, dîsa jî dest ji nivîsê ber nade... Ew bi nivîsandinê dikare xweştir hest û ramanên xwe, xwestekên gelê xwe bibêje... Dinçer Çankaya kî ye? Dînçer Çankaya; di sala 1978an de li Agiriyê hatiye dinyayê. Zanîngeha Ataturkê xilas kiriye. Ew li ser werzîşê bi salan xebatê kiriye. Di boksê de gelek caran li Tirkiyê, li Ewropa û li Dinyayê bûyê şampiyon. Ew hem perwerdekar e, hem jî werzîşvan e. Di bîstsaliya xwe de dest bi nivîskariyê kiriye. Romana wî ya yekemin di sala 2000î de bi Tirkî, bi navê “Çağdaş Türkiye’nin Yobazları” derketiye. Pirtûka wî ya duyemîn di sala 2007an de bi Kurdi û Tirkî, bi navê “Düş” derketiye. Pirtûka wî ya dawîn di sala 2015an de bi Kurdî bi navê “Çerxa Felekê” derket. Demeke dirêj li Agiriyê mamostetiyê kir, niha li Aydinê mamostetiyê dike. Berhemdarî:
Otomatik alternatif metin yok.
Uzak bir sevda
* Çağdaş Türkiye Yobazları
 (Roman), 2000 - Ağrı 
* Düş (Roman), 2007 – Ağrı Otomatik alternatif metin yok.

* Çerxa Felekê (Roman), 2015 – Ağrı *Otomatik alternatif metin yok.

Stêrkên Xayîn (Helbest), J&J, 2016 - AmedGörüntünün olası içeriği: açık hava






Yorum Gönder

0 Yorumlar